Şerê eşîran li Îraqê derbasî qonaxeke nû dibe

13 heta 15 miliyon çekên sivêk û giran di destê eşîran de hene.
کوردستان TV
100%

Eşîrên Îraqî li dijî hev dronan bikar tînin.

Li gor nûçeyeke kanala Elerebiye Elcedîde, niha li Îraqê di destê eşîrên li Başûr û naverasta Îraqê de 13 heta 15 miliyon çekên sivêk û giran hene.

Di raportê de hetiye diyarkirin ku, ji bilî wan çekan niha eşîrên Ereb li dijî hev dronan jî bikar tînin û di merheleya yekem de dron bo kom kirina zaniyariyan li dijî eşîrên dijmên tên bikar anîn û di merheleya dudiyan de jî dron bo êrîş kirinê têne bikaranîn.

Di  beşeke din ya vê raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, ev pêngava han ya eşîrên Îraqî bûye sedema pûç derketina plana hikûmetê ya bo dabîn kirina aştî di navbera eşîran li Başûr û naverasta Îraqê de ku, aştiya civakî li wan deveran de nemaye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.