Dibêje îdam kirin kareke dijî mirovatiyêye.
Wezîrê derve yê Îranê Emîr Ebdulahiyan û berpirsê siyasetên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê Joseph Burle bi rêya telefûnê bihevre peyvîne û di peywendiya han ya telefûnî de berpirsê karûbarên siyaseta derve yê YE rexneyên gelek dijwar li Îranê girtiye.
Li gor nûçeyeke mdeast Joseph Burle di peywendiya han ya telefûnî de ji Emîr Ebdulahiyan re gotiye, Îran azadiyên bingehîn û mafên mirovan û mafê jiyanê xelkê jî binpê dike ev kareke naserdemiyaneye û lazime Îran rêz ji wan mafan bigire.
Joseph Burle herwiha jiber îdam kirina çalakvanên siyasî jî rexne li Îranê kiriye û gotiye îdam kirin kareke dijî mirovatiyêye lewre lazime cezaya îdam kirinê li Îranê neyê cîhbicîhkirin.
Her di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî giftûgo li ser bernameya etomî ya Îranê û prosesa danûstandinên navbera cîhan û Îranê li dor bernameya etomiya Îranê de kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin