Dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke hevbeş hatiye lidarxistin.
Peyamnêrê me yê li devera Mexmûrê ragihand ku, îro sêşem, hêzên komando yên ser bi wezareta pêşmerge, bi hevbeşî li gel antî terora Îraqê û hevpeymaniya cîhanî li çiyayê Qereçoxê operasiyonek dijî terorîstên DIŞIê daye destpê kirin.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, armanc ji vê operasiyonê dîtin û jinav birina terorîstên DIŞI, cîhên wan û cebelxaneyên wane û di seatên yekem yên operasiyonê de hêzên komando karîne çend amûrên curbicur yên terorîstan ji nav bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin