Di nava 5 mehan de nêzî 200 kesan hatine darvekirin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Îranê îdam kirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame û di wan demên dawî de bi taybetî piştî raperîna Jîna Emînî ya li dijî rejîma Îranê îdam kirina xelkê ji aliyê rejîmê ve zêdetir bûye.
Di raporta navenda mafên mirovan ya Îranê de hatiye diyarkirin ku, tenê di nava 5 mehên yekem yên sala 2023an de rejîma Îranê herî kêm 194 welatî darve kiriye.
Ji aliyeke din ve çapemeniya Rojavayî jî diyar dike ku, rejîma Îranê guhê nade bi ti pîwer û pîvaneke însanî û cîhanî û bêyî darizandineke dadmend û amadebûna parêzeran, xelkê di nava dadgehan de dadirezîne û wan mehkûmê îdamê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin