Îraq li gel Tirkiye û Îranê lihev kiriye

Îran û Tirkiye hîn jî avê li ser Îraqê qut dikin.
کوردستان TV
100%

Di demeke nêz de civîneke teknîkî di navbera wan de tê lidarxistin.

Li gor çapemeniya Îraqî, şanda Îraqî yaku, li gel aliyên Tirkî û Îranî li ser dosyeya avê danûstandinê dike, pêşkeftinên berbiçav bidest aniye.

Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, prosesa danûstandinê baş dimeşe û Îraq li gel Îran û Tirkiyeyê li ser gelek mijaran lihev kiriye û biryare di çarçoveya vê lihev kirinê de di demeke nêz de civîneke teknîkî ya taybet bi avê di navbera wan her sê welatan de were lidarxistin.

Weke tê zanîn ev çend sale Îran û Tirkiye avê li ser Îraqê qut dikin û jiber vê jî Îraq bi taybetî li Başûr û Naverastê Îraqê kêşeyên gelek mezin yên kêmaviyê çê dibin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.