Yekem karwana balefirên Pakistanî digehêje Îraqê

hijmara balefirên ku, radestî Îraqê têne kirin nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Vê di ware veguhastin û hawar hatina esmanî de werin bikaranîn.

Peydarê artêşa Îraqê Yehiya Resûl ragihand ku, beriya niha Îraq bi mebesta bihêztir kirina prosesa veguhastina esmanî û herwiha hawar hatina asmanî, li gel Pakistanê derbarê kirîna balefirên ji cureya Super Meşaq de rêkeftinek îmze kiribû.

Resûl ragihandiye ku, di çarçoveya vê rêkeftina han de vê îro yekem karwana balefirên super Mişaq ji Pakistanê bigehêjin Îraqê û radestî hêzên asmanî û artêşa Îraqê werin kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, di ware veguhastina esmanî û hawar hatina esmanî de ev balefirên han werin bikaranîn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.