Îraq du welatin din lihev tîne

heta niha rayedarên Îran û Misirê çend caran li Bexdayê civiyane.
کوردستان TV
100%

Îran û Misir jî li Bexdayê çend civîn lidar xistine.

Li gor nûçeyeke kanala Elerebiye Elcedid, hikûmeta Îraqê hewl bo lihev anîna Îran û Misirê û normal kirina têkiliyên navbera wan du welatan de dide.

Vê çavkaniyê eşkere kiriye ku, bi miyancîgeriya Îraqê, heta niha şandên Îranî û Misirî li Bexdayê çend caran civiyane û her du alî qebûl kirine ku, bi miyancîgeriya Îraqê têkiliyên xwe normal bikin.

Çavkaniya han daye zanîn ku, rayedarekî wezareta derve û rayedarekî civata ewlekariya nîştimanî ya Îraqê bo lihev anîna Misir û Îranê hatine pîwerdarkirin.

Ji aliyeke din ve wan rayedarên Îraqî jî diyar kirine ku, hem Misir û him jî Îran naxwazin tiştek derbarê naveroka civînan de were eşkere kirin lewre nikarin tiştên zêdetir diyar bikin.

Weke tê zanîn Îraqê beriya niha jî miyancîgerî di navbera Îran û Siûdiyeyê de kiribû û di dawî de jî Siûdiye û Îran rêkeftinek bo normal kirina têkiliyên xwe îmze kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.