Duhê li Bakûrê Rojavayê Sûriyeyê hatiye kuştin.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, duhê çarşem hêzên hevpeymaniya cîhanî bi pêşengiya Amerîkayê li gel hevpeymanên xwe yên herêmî, li Bakûrê Rojavayê Sûriyeyê operasiyonek li dijî berpirsên bilind yên koma çekdar ya Qaîdeyê lidar xistine.
Di encama operasiyona han de berpirsekî mezin yê vê koma han hatiye kuştin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka û hevparên wî berdewam dibin li ser têkoşîna xwe bo ji nav birin û nehêştina yekcarî ya DIŞI û Qaîdeyê.
Weke tê zanîn di sala 2017an de jî Amerîka Serokê Qaîdeyê û (Cîgirê Serokê berê yê Qaîdeyê Osame Bin Ladin) Elxeyir Elmasrî li Sûriyeyê kuştibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin