Rayedarekî berê yê Îranê jî daxwaza deyinên Îranê dike.
Di çarçoveya serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de bo Sûriyeyê, di navbera Îran û Sûriyeyê de rêkeftineke 8 xalî hatiye îmzekirin.
Li gor bernivîsa rêkeftina han vê her du welat berdewam bin li ser hevkarî û hemahengiya navbera xwe de.
Herwiha di rêkeftinê de behsa berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Îran û Sûriyeyê û domandina cîhbicîh kirina projeyên curbicur ji aliyê Îranê ve li Sûriyeyê hatiye kirin.
Ji aliyeke din ve endamê berê yê komîteya siyasî û ewlekariya nîştimanî ya parlementoya Îranê diyar kiribû ku, heta niha Îran zêdetir ji 30 miliyar dolar deyin daye Sûriyeyê û heta niha Îran pereyên xwe nestendiye lewre lazime ji niha û pêde Îran pereyên xwe ji Sûriyeyê bistîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin