Serokwezîr li gel alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê civiya

behsa reformên nava wezareta pêşmerge de jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa cîhbicîh kirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku, balyoza Amerîkayê li Îraqê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, me behsa pêşhatên dawî û geşekirinên heyî li Îraq û pere pêdana têkiliyên dostane yên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê de kir.

Mijareke din ya vê civînê taybet bû bi, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û her du alî li ser vê yekê ku, lazime bilez rêkeftina navbera Hewlêr û hikûmeta federalî ya taybet bi petrolê were cîhbicîhkirin û henarde kirina petrola Kurdistanê destpê bike, daku, welatiyên Kurdistan û Îraqê zêdetir zirarmend nebin hemfikir bûn.

Derbarê rewşa herêma Kurdistanê de jî me ev yek diyar kir ku,  lazime hilbijartin di dema diyarîkirî ya îsal de were kirin û bo vê yekê jî hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karasaniyek pêşkêş bike.

Di beşeke din ya civînê de me nîqaş li ser reformên nava wezareta pêşmerge, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, normal kirina rewşa vê deverê û der çûna hêzên derqanûnî û vegera awareyan bo ser mal û milkên wan kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.