Serokwezîrê Kurdistanê bo Îtaliyayê hatiye vexwandin

Îtaliya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Îtaliya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtaliyayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtaliyayê birêz Guido Crosetto kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê kir.

Wezîrê berevanî yê Îtaliyayê Guido Crosetto silav û rêz û dawetnameya birêz Serokwezîra Îtaliyayê gehande me û daxwaz kir serdana Romayê bikin û balkêşande ser vê yekê ku, xwe bi dosteke kevnar yê gelê Kurdistanê dizane û tekez li ser berdewamiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna teror û aramî, aştî û ewlekariya deverê.

Me jî spasiya Îtaliyayê kir ku, têkiliyên dostane li gel herêma Kurdistanê heye û piştîvanê gelê Kurdistanê ye, hêvî dikin têkiliyên navbera herêm û Îtaliyayê di tevahiya waran de zêdetir pêşde biçin bi taybetî ku, derfetên gelek zêde bo pêşde birina têkiliyan û sûd wergirtin ji ezmûna pêşkeftî ya Îtaliyayê heye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.