Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Almanî kir ku, pêk hatibû ji Cîgirê wezîrê dewlet bo harîkariya abûrî û geşe pêdanê birêz Jochen Flasbart û Cîgirê wezîrê dewlet bo karûbarên darayî birêz Werner Gatser.
Di civînê de ku, balyozê Almanyayê yê li Îraq û Konsulusê giştî yê vê welatî li Kurdistanê jî têde beşdar bûn, me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî de kir.
Me rêzdariya xwe bo piştîvaniyên Almanyayê yên li herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di rûbirû b ûna terorîstên DIŞIê de û herwiha bi genocide nasîna komkujiya Êzidiyan û me balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê di her warî de.
Me herwiha tekez li ser girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarkirî ya îsalê de kir.
Reformên kabîneya 9an, bi taybetî dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî, rewşa kempên penaberan û afirandina derfetê bo vegera awareyan, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û bandorên nerênî yên guherîna keş û hewayê çend mijarên din y ên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin