Serokwezîrê Îraqê li gel nunerên kompaniyên petrolê civiya

Îraq vê çend kompaniyên biyanî bike hevbeşê xwe.
کوردستان TV
100%

Tekez li ser berfiretir kirina karûbarên taybet bi petrolê kiriye.

Li gor çapemeniya Îraqê duhê bişev Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî li gel hijmareke nunerên kompaniyên mezin yên petrolê civiyaye.

Di civînê de nîqaş li ser kar û projeyên taybet bi petrol û gazê li Îraqê de hatiye kirin û Serokwezîrê Îraqê jî ragihandiye ku, hikûmet hewl bo vê yekê dide daku, hêlbirîna petrol û gazê zêdetir bike û bigehîne astek ku, pêdiviya Îraqê bi welatên di re nemîne.

Mihemed Sûdanî ji nunerên kompaniyên petrolê re jî gotiye ku, niha hewl bo vê yekê didin daku, sermayeyeke zêde ya biyanî bo karûbarên petrolê bo Îraqê bihînin daku, li gel kompaniya nîştimanî ya petrolê ya Îraqê bibe hevbeş.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.