Îsraîl jî dest bi bersif daneke dijwar û berfire kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê duhê bişev ji aliyê Xezeyê ve çend caran bi mûşek êrîşî ser Îsraîlê hatiye kirin û di encama êrîşan de herî kêm 5 welatiyên Îsraîlî birîndar bûne.
Piştî wan êrîşan artêşa Îsraîlê jî dest bi bersifdaneke berfire û dijwar kiriye û êrîşî ser Xezeyê û cîhê ku, têde mûşek ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin kiriye.
Ev alozî piştî mirina yek ji Fermandarên cîhada Îslamî di nava girtîgeha Îsraîlê de yaku, jiber greva birçî bûnê çê bibû, derketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin