Îsraîl Fermanderekî mezin yê cîhada îslamî girt

cîhada îslamî jî dibêje girtina Şerqawî bandorê li me nake.
کوردستان TV
100%

Duhê di operasiyonekê de li mala xwe de hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke sputnika erebî hêzên Îsraîlî duhê li devera başûrê Cenînê operasiyonek dijî hêzên cîhada îslamî lidar xistine.

Di encama operasiyona han de Fermandarekî mezin yê vê koma han ya çekdar bi navê Mehdî Şerqawî hatiye girtin.

Ji aliyê xwe ve koma çekdar ya cîhada îslamî jî daxuyanî daye û ev nûçe piştrast kiriye û ragihandiye ku, girtina Şerqawî ti bandorek li ser moral û têkoşîna wan nake.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.