Nêçîrvan Barzanî: Karkerên Kurdistanê xwedan roleke girîngin

dibêje lazime jiyaneke baştir bo Karkeran were dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê dibêje piştîvaniya tevahiya maf û daxwazên Karkeran dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 1ê Gulanê roja cîhaniya Karkeran peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim. Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê de û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê de bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.

Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.

Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

01.05.202

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.