Serokwezîrê Kurdistanê peyamek pêşkêşî Karkeran kir

dibêje me proje qanûna kar bo baştir kirina jiyana Karkeran pejrandiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em mafên wan diparêzin û jiyaneke baştir bo wan dabîn dikin

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Bi rêzdarî ve li erk,  xebat û rola wan ya bo awedan kirina Kurdistanê dinêrin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser prosesa reforman bo baştir kirina rewşa jiyana Karkeran li Kurdistanê de û di vê warî de di demên derbasbûyî de proje qanûna kar li herêma Kurdistanê hatiye pejrandin ku, beşeke ji reformên kabîneya 9an ya hikûmetê bo baştir kirina jiyan û misoger kirina mafên Karkeran di warê tendirostî, selametiya pîşeyî û dabîn kirina mafên wan yên qanûnî û danîna sînor bo her cure sitem û çewsandinek li ser Karkeran.

Roja Karkeran pîroz be û hêviya jiyaneke xweş bo wan dixwazim.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.