Li Silêmanî du welatî canê xwe ji dest dan

di encama heman bûyerê de du welatiyên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Hevjînê hevin û di bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Birêveberatiya Polîsê Silêmanî ragihand ku, îro danê sibê, li ser rêya sereke ya navbera Silêmanî û Erbetê de, bûyereke hatûçûyê qewmiye û di encama bûyerê de 4 welatî bûne qurbanî.

Di daxuyaniya birêveberatiya polîs de hatiye diyarkirin ku, tirimbîlek ji kontrolê ajovanê derketiye û qolipiye û di encam de du welatî ku, hevjînê hevin canê xwe ji dest dane û du welatiyên din jî birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.