Li gel Serokkomar û rayedarên Îranê bicive.
Li gor çapemeniya Îraqî, îro danê sibê Serokkomarê Îraqê Ebdul Letîf Reşîd ber bi Tehranê ve birê ketiye.
Biryare di çarçoveya vê serdana han de Serokkomarê Îraqê li gel Serokkomar û rayedarên din yên Îranê bicive û di civînan de giftûgo li ser têkiliyên navbera Îraq û Îranê û çawetiya berfiretir kirina têkiliyên han bike.
Herwiha hate zanîn ku, wezîrê derve, wezîrê pîşesazî û wezîrê çavkaniyên avê û hijmareke birokratên din yên Îraqî li gel Serokkomarê Îraqê çûne Tehranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin