Li Sineyê 10 welatiyan canê xwe ji dest dan

bûyer li bajarê Kamiyaranê qewmiye.
کوردستان TV
100%

Di encama bûyereke hatûçûyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, îro pêncşem li bajarê Kamiyaran ya li parêzgeha Sineyê pasek ku, têde 30 kes hebûne, rastî bûyereke tirafîkê hatiye.

Di encama bûyera han de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne.

Hêzên hawar hatinê jî bi kopter çûne hawara wan û cenaze rakirine û welatiyên birîndar jî veguhastine nexweşxaneyên bajarê Sineyê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.