ev dahat tenê yê meha Adarê ye.
Wezareta petrolê ya Îraqê derbarê dahata meha Adarê ya Îraqê ji petrola ku, hatiye firotin belav kir.
Di daxuyaiya wezareta petrolê ya Îraqê de hatiye eşkere kirin ku, di meha Adarê de Îraq bi giştî 100 miliyon û 913 hezar û 27 bermîl petrol firotiye.
Wezareta petrolê ya Îraqê eşkere kiriye ku, dahata Îraqê di meha Adarê de 7 miliyar û 506 miliyon û 401 hezar dolar bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin