Proje qanûna bîmeya karî hatiye pejrandin

behsa firotina genimên Cotkarên Kurd jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa belav kir.

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di rojeva yekem ya civînê de me giftûgo derbarê encamên serdana tîma civata wezîran y abo cem Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û rixmî ku, me destxweşî li tîma civata wezîran kir, hevdem tekez li ser vê yekê jî kir ku, ev çend care me daxwaz ji birêzan Cîgirê Serokwezîr û tîma wezarî ya YNK kiriye daku, vegere nava civînên civata wezîran û niha jî careke din dîsa daxwaz dikin ku, vegerin û erkên xwe yên qanûnî yên bo xizmet kirina welatiyan cîhbicîh bikin û her kêşe anjî arîşeyek hebe ku, armanc jê xizmet kirina berejwendiyên giştî be lazime di civîna civata wezîran de giftûgo li ser were kirin.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, em dixwazin tîma wezarî ya YNK vegere û hêvî dikin bi berpirsiyartiya xwe bihesin û erkên xwe cîhbicîh bike û ji vê zêdetir nebin sedema vê ku, welatî jiber kar nekirina wan bacê bidin.

Di rojeva duyem ya civînê de me giftûgo derbarê prosesa wergirtina genima îsal ya Cotiyaran ji aliyên kompaniyên giştî bo bazirganiya danewêle ya ser bi wezareta bazirganî ya Îraqê kir û di vê warî de jî wezîrê bazirganî û pîşesazî birêz Kemal Muslim raportek pêşkêş kir ku, têde behsa encama serdana dawî ya bo Bexda û giftûgoyên wan yên li gel hikûmeta federalî dike, bi armanca kirîna genimên Cotkarên herêma Kurdistanê û balkêşande ser vê yekê danûstandinên wan yên di vê warî de berdewam dibin.

Me herwiha wezaretên têkildar pîrwerdar kir daku, rêkarên pêwîst li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federalî bigirine ber û di nava têkiliyên berdewam de bin bo kirîna genimên Cotkarên herêma Kurdistanê û tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime tevahiya hewlan werin bi tevgerkirin daku, Cotkarên Kurdistanê dilniya bin ku, berhemên wan têne firotin.

Di rojeva sêyem ya civînê de nîqaş li ser proje qanûna dilniyayiya karî ya Îraqî ya bi hijmara 10 ya sala 2005an li herêma Kurdistanê de hate kirin ku, raporta vê jî ji aliyê wezîra herêmê bo karûbarên parlementoyê Vala Ferîd ve hatibû pêşkêşkirin. Piştî nirxandin û lihv veguhastina nêrînan û pêşkêş kirina çend têbîniyan civata wezîran ev proje qanûna han pejrand.

Pişt re wezîrê navxwe birêz Rêber Ehmed raportek derbarê rêkarên rûbirû bûna teqe kirinê di nava bajaran de bi tabetî di nava Hewlêrê de û binçav kirina serpêçîkaran pêşkêş kir.

Di vê derbarê de me ev yek diyar kir ku, lazime dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê, tevahiya rêkarên pêwîst yên bo parastina ewlekarî û parastina welatiyan bistînin û bi ti awayî nabe li hember Tawankaran çav were girtin û lazime diyardeya çek hilgirtina derqanûnî û çekên bê îzin were sînordarkirin û dawî pê were. Daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî dikin ku, nebin navendek bo belav kirina tundûtîjî, tiris û xofê belku, lazime rola xwe ya girîng bo parastina aramî û aştiya civakî bilîzin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê tendirostî Saman Berzencî jî bi awayeke kurt behsa nexweşiya hev kirina mêşik di nava zarokên parêzgeha Helebceyê de kir û û dilniyayî da ku, lêkolîn û venêrîn hatiye kirin û rêkarên pêwîst jî hatine stendin û nexweş jî çareseriya lazim werdigirin û rewş di bin kontrolê deye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.