Îran sirumên expayer dişîne Îraqê

heta niha li Îranê çend nexweş jiber wergirtina wan siruman canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Rojnameyeke navdar yê Îranê belge li ser vê belav kiriye.

Rojnameya hemmîhen ( hemwelat) yaku, rojnameyeke navdar û pir tîraj ya Îranê ye belav kiriye ku, çend belgeyên girîng di destê wan de hene ku, îsbat dikin Îran zêdetir ji 6 mehe sirum ( ava têkel yaku, bi erebî jî jê re dibêjin muxezî, ev ava ku, dema mirov naxweş dikeve li nexweşxaneyê ji aliyê nûjdaran ve jê re tê dayîn) expayer şandiye Îraqê.

Rojnameya hemmîhen di raporta xwe de diyar kiriye ku, beriya 6 mehan rayedarên rejîmê û aliyên têkildar ji nebaş bûn û expayer bûna wan siruman hayedar kirine lê ti gavek ne hatiye avêtin û beşek ji wan siruman li hin deverên Îranê bi ser nexweşxaneyan de hatine dabeşkirin û beşeke din ji wan jî bo Îraqê hatine şandin.

Ev sirumên han berhema kargeha dermansazî ya bi navê kargeha sirumsazî ya Şehîd Qaziye.

Rojnameya nav hatî eşkere kiriye ku, heta niha li Îranê bi dehan welatiyên nexweş jiber wergirtina wan siruman canê xwe ji dest dane.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.