Sûdanî: Em berdewam dibin li ser reforman

dibêje dem û bernameyeke baş bo reforman hatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje destûr maf daye me ku wezîran jî jikar bavêjin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihandiye ku, dema bûye Serokwezîr çend reformên girîng kiriye û berdewam dibe li ser reformên girîngtir di nava hikûmeta Îraqê de.

Sûdanî herwiha eşkere kiriye ku, di nava kabîneya xwe de dest bi reforman kiriye û destûr jî mafê vê yekê daye wî daku, ev wezîr û berpirsên ku, şaştiyan dikin ya bi her awayî erkên xwe bi başî cîhbicîh nakin, ji kar bavêje.

Sûdanî daye zanîn ku, berdewam dibe li ser reforman û bo vê yekê jî dem û bernameyeke goncaw amade kiriye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.