Bi hinceta hevkarî kirina terorê hatine girtin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro danê sibê li bajarê Diyarbekirê ya li Bakûrê Kurdistanê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê bi hinceta terorê operasiyonek lidar xistine û di çarçoveya operasiyonê de bi ser gelek malan de girtine.
Çapemeniya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, piraniya kesên girtî endamên sendîkaya parêzerên Diyarbekirê û saziyên din yên medenî ne.
Ev kesên han ku, piraniya wan çalakvanên medenî û parêzerin bi hinceta hevkarî kirina pkk û kckê hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin