Dibêje mimkune rewşa Tirkiyeyê têk biçe.
Govara Froeign Policy ya Amerîkî derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê de raportek belav kiriye û di raportê de îdîayeke balkêş avêtiye holê.
Li gor raportê, eger Serokkomarê niha yê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di hilbijartinan de bixesire ku, egera xesirana wî jî gelek bihêze, vê demê Erdogan amade nabe ku, bi rêyeke asan dev ji desthilatê berde.
Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, eger Erdogan di hilbijartinê de serkeftin bidest nexe, vê demê bi hêsanî desthilatê radest nake û rewşa Tirkiyeyê dibe were rewşa vê welatî ya di salên 1950an de û ev yek jî bi wateya têk çûna rewşa Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin