Di nava 7 rojan de herî kêm 10 welatiyên Kurd li Rojhilatê hatine revandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, revandin û wenda kirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îtlaat û hêzên din yên rejîma Îranê ve berdewame.
Hengawê belav kiriye ku, di vê çarçoveyê de di nava 7 rojan de herî kêm 10 welatiyên Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îtlaat û hêzên din yên rejîma Îranê ve hatine revandin û bo cîhên nediyar hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin