Peyama Serokê herêmê bo salvegera Rojnamegeriya Kurdî

dibêje lazime rola xwe ya bo pêşde birin û serrast kirina şaştiyan baş bilîzin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê dibêje lazime bi berpirsiyartî li hember peyvan tevbigerin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bo 125 saliya Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê peyamek belav kiriye ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Salvegera 125mîn ya Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li tevahiya Rojnamevanên Kurdistanê pîroz dikim,  hêviya serkeftinê bo wan dixwazim, silav li canê Mêqdad Mîdhet Bedirxanê pêşeng ku, yekem Rojnameya Kurdistanê çap û belav kiriye dişînim.

Di vê bîranîna han de tevahiya piştîvaniyên xwe bo Rojnamevanan û azadiya Rojnamegerî û ramanê û azadiya pênûsê diyar dikim. Azadiya rojnamegerî bingeh û stûna sereke ya tevahiya civakeke pêşkeftî û zindiye, pêdiviyeke girîng ya bo pêşde birina demokrasî, azadiyan û parastina mafên mirove, jiber vê çendê lazime berevanî jê were kirin.

Peyv berpirsiyartiye, lewra daxwaz ji Rojnamevanên Kurdistanê dikim, bi emanetdarî û berpirsiyartî ve li hember peyvan tevbigerin, azad, pîşeyî û rastgûyane hewal û bûyeran veguhêzin, kar û erkên xwe bi rêk û pêkî û di çarçoveya etîka rojnamegerî de cîhbicîh bikin daku, bikaribin rola xwe ya rast bo diyarî kirina şaştiyan û kêmasiyan û serrast kirina wan bilîzin.

Silav û dirûd bo tevahiya wan rojnamevanên ku, di serdema xebat û azadî de canê xwe feda kirine, rihê wan şad be.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.