Mesrûr Barzanî: Nabe debara jiyana xelkê bikeve nava kêşeyên siyasî

dibêje em berdewam dibin li ser dabîn kirina jiyaneke baştir bo welatiyan.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr derbarê ragirtina dabeş kirina mûçeya teqawîdan li Silêmanî daxuyanî da.

Piştî biryara YNK bo dabeş kirina mûşeyan teqawîdên PDK li Silêmanî, peyamek weşand ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Em li hikûmeta herêma Kurdistanê rixmî tevahiya astengî û zextan xizmeta welatiyên xwe dikin û berdewam dibin daku, jiyaneke baştir bo welatiyan dabîn bikin.

Em di nava qonaxên dijwar yên korona û zextên abûrî, navçeyî û cîhanî, karî mûçedan û seqamgîr kirina abûriya Kurdistanê bidomînin û ji niha pêde jî bi hevkariya xwedê mezin û piştîvaniya welatiyan berdewam dibin li ser xizmet kirina welatiyan û geşbînîn bo baştir bûna rewşa herêmê di her warî de.

Nabe ti aliyek li ti devereke herêmê li berdem prosesa dabeş kirina mûçeyan asteng be, nabe mûçe û qûta xelkê bikeve nava kêşeyên siyasî de, pêwîste dahata welat bo xizmet kirina welatiyan be û lazime tevahiya wan kesên ku, astengî bo vê prosesê çê dikin li hember xelk û qanûnê de berpirsiyar bin.

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.