Cejna sersala Êzidiyan li hemû xûşk û birayên Êzidî li Kurdistan, Iraq û li her dera cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim, hêvîdar im cejn, sersal û bêhnvedaneka xweş û aram derbas bikin.
Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyên Êzidî yên destê terorê. Dilê me herdem li cem wan e û hemûyan piştrast dikin ku heta Êzidiyek wenda û revandî ma be, em dê li ser rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bin.
Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Serokê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
19.04.2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin