Sala pêşiya me dest bi vê projeyê tê kirin.
Li gor zaniyariyên berdest di çarçoveya rêkeftina navbera Îraq û Tirkiyeyê û kompaniyên Îtalî de, vê projeya steratejîkî ya abûrî ya di navbera Tirkiye û Îraqê de di sala pêşiya me de destpê dike.
Herwiha kompaniya cîhbicîhkar ya vê projeyê ku, kompaniyeke Îtaliye ragihandiye ku, merheleya yekem ya vê projeyê ji bendera Faw bo bendera Besre destpê kiriye.
Merheleya duyem ya projeyê jî yaku, ji 9 parêzgehên Îraqê re derbas dibe, di sala pêşiya me de destpê dike û bi vê awayî bendera Faw ya Îraqê bi Tirkiye û benderên Tirkiyeyê ve tê girêdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin