Ji aliyê HSD ve hatiye girtin.
Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ragihand ku, hêzên Sûriyeya demokratîk duhê 15ê Nîsanê li Dêra Zorê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke taybet lidar xistine.
Di daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî de hatiye diyarkirin ku, di vê operasiyonê de hêzên HSD karîne berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê bi navê Mihemed Seîd girtine.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Mihemed Seîd berpirsê çend tîmên razayî yên terorîstên DIŞIê bûye li deverê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin