Jiber gotine Sedir Îmam Mehdiye hatine girtin.
Dadgeha navçeya Kerix ya li Bexdayê îro yekşem ragihand ku, 65 alîgirên Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir zîndanî kiriye.
Li gor daxuyaniya dadgeha Kerix, ev 65 alîgirên Muqteda Sedir îdîaya vê yekê kirine ku, Sedir, Îmam Mehdiye û xwestine bê nêrîna xwe di nava civakê de belave bikin û xelk bi wan bawer bike.
Dadgehê eşkere kiriye ku, ev kesên han ji aliyê hêzên ewlekarî ve roja înê hatine girtin û îro jî dadgehê biryara girtinê bi ser wan de sepandiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin