Serokwezîr li gel şandeke Îmaratî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îmaratî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Îmaratî bi Serokatiya Cîgirê wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê birêz Ebdula Nasir Lotah kir.
Di civînê de me balkêşande ser têkiliyên dostane û taybetî yên di navbera herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de û spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo her du xwedan şiko Şêx Mihemed bin Zayid û Şêx Mihemed bin Raşêd Serok û Cîgirê Serokê Îmaratê kir bo piştîvanî û piştgîriyên wan yên berdewam bo herêma Kurdistanê.
Cîgirê wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, Kuridstan xwedan cîheke taybete li cem Îmaratê û amadebûna welatê xwe jî bo her cure hevkarî û hemahengiyek li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin