Gelek kompaniyên Tirkî hatine cezakirin.
Wezareta xezênedarî ya Amerîkayê lîsteyeke nû ya dorpêçên xwe bo ser Rûsyeyê ragihand. Di lîsteya han de gelek kompaniyên Tirkî jî hene.
Li gor daxuyaniya wezareta xezênedariya Amerîkayê, di lîsteya nû ya dorpêçên dijî Rûsyeyê de ji bilî 120 kes û rayedarên Rûsî hevdem gelek kompaniyên Rûsî û Tirkî jî di vê lîsteyê de hene.
Amerîka kompaniyên Tirkî bi tawana hevkarî kirina Rûsyeyê û binpê kirina dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Rûsyeyê ceza kiriye.
Ji aliyeke din ve duhê jî wezareta derve ya Amerîkayê ragihandbû ku, welatî û kompaniyên welatên sêyem yên ku, hevkariya Rûsyeyê dikin gelek bi dijwarî têne cezakirin.
Ji aliyeke din ve di dawiya sala 2022an de berpirsê dosyeya dorpêçan li wezareta xezênedarî ya Amerîkayê serdana Tirkiyeyê kiribû û huşdarî dabû Tirkiyeyê ku, eger têkiliyên abûrî yên di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de berdewam bikin vê demê Amerîka dorpêçên gelek dijwar dixe ser Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin