Civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê destpê kir

di civînên li gel rayedarên Vatîkanê de behsa bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê de tê kirin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha Serokê herêmê li gel Papa civiya bû.

Kêliyek beriya niha civîna Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Serokwezîrê Vatîkanê Cardinal Parolin destpê kir.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Vatîkanê, rewşa aware û penaberên li Kurdistanê û mijara bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan tê kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê bi serdaneke fermî çû bû Îtaliyayê û îro danê sibê jî ji aliyê Papaya Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û pişt re jî civîneke du alî lidarxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.