Spaha Qudis dibêje lazime 33 gundên ser sînor werin valakirin.
Li gor çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, spaha Qudis ya rejîma Îranê daxwaz ji aliyê têkildar yên rejîma Îranê kiriye daku, 33 gundên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê vala bikin.
Spaha Qudis ya Îranî diyar kiriye ku, ev gundên han bûne navenda çalakiyên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê lewre lazime ev gundên han bilez werin valakirin.
Ev gundên han dikevin sînorên Merîwan, Bane, Sine, Urmiye û Makuyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin