Vê 40 hezar mûşekan bide Rûsyeyê.
Rojnameya Washington Post ya Amerîkî li ser zarê çend berpirsên îstîxbaratî yên Amerîkayê belav kiriye ku, belge di destê Amerîkayê de hene ku, îsbat dikin di şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de, Misir jî weke Îranê hevkariya Rûsyeyê kiriye.
Çavkaniyê diyar kiriye û berpirsên îstîxbaratî yên Amerîkayê belge di destê wan de hene ku, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ferman bi aliyên têkildar yên Misirê kiriye daku, bi awayeke nihênî û bilez 40 hezar mûşek çê bikin û radestî Rûsyeyê bikin.
Di fermannameya Sîsî de hatiye diyarkirin ku, lazime ev babet bi nihênî bimîne jiber ku, Misir naxwaze li ser vê mijarê li gel welatên Rojavayî bi taybetî Amerîkayê rûbirûyê kêşeyan bibe.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê jî gotiye emê lêkolîn li ser wan belgeyan û rastiya wan bikin û eger tişteke wisa hebe vê bê goman helwesteke Amerîkayê jî hebe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin