Îsal li Îraqê berhema genimê digehêje 4 miliyon tonan.
Wezareta karûbarê çandiniyê yê Îraqê ragihandiye ku, vê îsal rêjeya berhem anîna genimê li Îraqê gelek zêde bibe.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku, îsal vê li Îraqê zêdetir ji 4 miliyon ton genim were berhemanîn ku, ev yek li gor sala derbasbûyî gelek zêdeye.
Sala derbasbûyî berhem anîna genimê li Îraqê 2 miliyon û 200 hezar ton bûye lê îsal jiber siyasetên hikûmetê yên bo piştîvanî kirin ji Cotkaran û herwiha jiber rewşa baş ya keş û hewayê ev rêjeya han 4 miliyon ton derbas dike.
ji aliyeke din ve behsa vê yekê tê kirin ku, beşeke gelek zêde ji berhem anîna genima Îraqê li Kurdistanê deye û salane Kurdistan bi hezaran ton genim dide Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin