Îmarat çend projeyên girîng li Kurdistanê cîhbicîh dike

hikûmeta Kurdistanê jî pêşwaziya vê biryara han dike.
کوردستان TV
100%

Projeyên han di warê abûrî û hêlbirînê dene.

Serokê komîteya hêlbirînê li Kurdistanê Mihemed Şokrî ragihand ku, Îmarat yek ji wan welatên Erebiye ku, gelek girîngî dide herêma Kurdistanê û têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û bi berdewamî dixwaze têkiliyên xwe di her warî de li gel herêma Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike.

Şokrî ev yek aniye ziman ku, Îmarat biryar daye bi mebesta berfiretir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê çend projeyên girîng yên di warê abûrî û hêlbirînê de li herêma Kurdistanê cîhbicîh bike.

Nav hatî eşkere kiriye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê jî pêşwaziya vê biryara han dike û her cure karasaniyek jî bo karsaz û sermayedarên Îmaratî pêşkêş dike.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.