Wezîrê derve yê Rûsyeyê serdana Tirkiyeyê dike

li gel Serokkomar û wezîrê derve yê Tirkiyeyê dicive.
کوردستان TV
100%

Piştî çend seatên din digehêje Enqere.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê biryare piştî çend seatên din wezîrê derve yê Rûsyeyê, Sergey Lavrov serdana Tirkiyeyê bike.

Çapemeniya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, Sergey Lavrov di çarçoveya vê serdana han de vê li gel Serokkomar û wezîrê derve yê Tirkiyeyê bicive.

Di civînan de giftûgo li ser hewldanên Tirkiyeyê bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê, mijara dorpêçên cîhanê yên li ser Rûsyeyê û çawetiya hevkarî kirina Tirkiyeyê di warê bazirganî û abûrî de were nîqaşkirin.

Ji aliyeke din ve beriya çend rojan AFP jî belav kiribû ku, serdana çaverê kirî yê Serokê Rûsyeyê bo Tirkiyeyê tê paşxistin û sedema vê jî tirsa Rûsyeyê ye ku, Tirkiye di warê dorpêçan de hevkariya Rûsyeyê neke.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.