Komên çekdar bi rokêtan êrîş kirine.
Li gor çapemeniya Îsraîlê îro pêncşem dîsa komên çekdar ji Xezayê bi mûşek û rokêtan êrîşî ser çend bajarokên Îsraîlî yên nêzî sînor kirine.
Çapemeniya Îsraîlê behsa vê yekê kiriye ku, ti zirarên canî çê nebûne lê zirarên madî hene.
Ji aliyeke din ve artêş û hikûmeta Îsraîlê jî ev yek eşkere kirine ku, berdewam dibin li ser bersifdayîna wan êrîşan.
Weke tê zanîn ev çend roje di navbera Îsraîl û komên çekdar de dîsa alozî derketine û roj bi roj aloziyên han zêdetir dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin