Bin Ferhan: Rêkeftin bandorê li ser rewşa deverê dike

di meha Adarê de Îran û Siûdiye rêkeftin li ser normal kirina têkiliyan îmze kiribûn.
کوردستان TV
100%

Îro wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê li Pekinê civiyan.

Îro pêncşem wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê li Pekina paytexta Çînê civiyan û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya hevbeş de wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan diyar kiriye ku, normal kirina têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê bandorê ser aramî û rewşa giştî ya deverê dike.

Di heman daxuyaniyê de wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan jî eşkere kiriye ku, ji îro pêve têkiliyên du alî yên di navbera Siûdiye û Îranê de bi fermî dest pê kirine û ev encamên gelek baş yên wan têkiliyan bo her du welatan û deverê dibe.

weke tê zanîn di meha Adarê de Îran û Siûdiye bi miyancîgeriya Çîn rêkeftinek bo normal kirina têkiliyan îmze kiribûn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.