Naveroka civîna civata wezîran

Serokwezîr dibêje me dev ji ti mafeke destûrî ya Kurdistanê ber nedaye.
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû.

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr naveroka civînê wisa belav kiriye

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir

Di rojeva yekem ya civînê de me behsa encamên serdana şanda bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexda û îmze kirina rêkeftina navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo şandina petrola herêma Kurdistanê kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku, ev rêkeftina han destkefteke gelek girîng û pêngaveke dine bo baştir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û me destxweşî li Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî kir bo hewl û kar kirina wî bo çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî de.

Me herwiha spasiya şanda danûstandinkar ya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku, kariye ev rêkeftina han îmze bike bêyî ku, dev ji ti mafeke destûrî ya herêma Kurdistanê berde. Me ev yek eşkere kir ku, piştî vê yekê ku, di salên derbasbûyî de berpirsên hikûmeta federalî mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê qut dikirin herêma Kurdistanê neçar bûye petrolê bifiroşe û rêkarên şandina petrolê jî qanûnî bûn û di çarçoveya mafên destûrî yên herêma Kurdistanê de bûye.

Hêvî dikin ev rêkeftina han weke xwe bilez were cîhbicîh kirin û bibe bingeheke baş bo cîhbicîh kirina proje qanûna bûdce û amade kirina proje qanûna petrol û gaza federalî.

Di rojeva duyem ya civînê de wezîra herêmê bo karûbarên Parlementoyê Vala Ferîd û wezîrê tendirostî Saman Berzencî bi awayeke kurt behsa amanc û pêkhateya proje qanûna ( wezareta tendirostiya herêmê) kirin. Amanc ji vê proje qanûna han, baştir kirin û bilindtir kirina asta xizmetgozariyên tendirostî û reformên nava sîstema tendirostiye li gor berejwendiyên welatiyan û rêk xistina rêkarên kar kirin di kerta giştî û kerta taybet de bi li berçav girtina mafên nexweşan.

Piştî nirxandin û pêşkêş kirina çend têbîniyan li ser vê proje qanûnê, biryar hate dayîn venêrîn bo projeya han were kirin û têbîniyên pêşkêşkirî li berçav werin girtin û proje qanûna han were zengîntir kirin daku, di civînên pêş yên civata wezîran de were pejrandin.

Di rojeva dawî ya civînê de giftûgo derbarê bilindiya buhayê pêdiviyan di nava bazarê de rixmî daketina buhayê dolarê li hember dînarê hate kirin û nîqaş li ser çawetiya çavdêrî kirina bazar û kontrol kirina giraniyê hate kirin.

Di vê derbarê de wezîrê navxwe birêz Rêber Ehmed, Serokê civata wezîran Omîd Sebah, wezîrê têkiliyan zaniyarî û rêkarên pêwîst bo kontrol kirina bazar û buhayê pêdiviyan û kêm kirina bargiraniya ser jiyana welatiyan pêşkêş kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.