Îro yekem firîn ji Hewlêrê bo bajarê Cideyê destpê dike.
Cîgirê Konsulusê giştî yê Siûdiyeyê yê li Hewlêrê Xalid Şemranî di daxuyaniyekê de bo navendên çapemeniyê ragihand ku, firînên raste rast yên di navbera Kurdistan û Siûdiyeyê de destpê dikin.
Şemranî diyar kiriye ku, li gor rêkeftina navbera her du aliyan, yekem firîn îro li Hewlêrê bo bajarê Cideyê destpê dike, lê di demên pêş de firînên han werin zêdetirkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin