Di merasîmê de Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî amade bû.
Îro li Hewlêrê bi merasîmeke fermî yaku, têde Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, wezîrê tendirostî Saman Berzencî, Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav û Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, dezgeha xêrxwaziya Barzanî karwaneke din ji hevkariyên xwe yên tendirostî bo Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bo zirardîtiyên erdhejê şand.
Karwana han ji zêdetir ji 20 ton derman û pêdiviyên tendirostî pêk hatiye.
Weke tê zanîn di dema erdheja 6ê Sibatê de DXB bilez hevkariyên xwe gehandina Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û hîn jî DXB berdewame li ser gehandina hevkariyan bo zirardîtiyên erdhejê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin