Amerîka keştiya xwe ya cengî gehande peravên Sûriyeyê

hîn nediyare ev keştî heta kengî li wan deveran dimîne.
کوردستان TV
100%

Bo rûbirû bûna komên çekdar yên Îranî ev gav hatiye avêtin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku, keştiyeke xwe ya cengî ji behra reş bo peravên Sûriyeyê veguhastiye.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, veguhastina keştiya han û nêz kirina vê bo peravên Sûriyeyê bo rûbirû bûna komên çekdar yên Îranî yên li Sûriyeyê ye ku, bi berdewamî êrîşî ser hêzên Amerîkî dikin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî komên çekdarên yên Îranî du caran êrîşî ser hêzên Amerîkî kiribûn û Amerîka jî bi dijwarî bersifa êrîşên han dabû.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.