Êrîşên Îsraîlê bo Sûriyeyê berdewamin.
Li gor çapemeniya Sûrî, îro danê sibê, artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser derdorê Dîmeşqa paytext û herêma Siwêdayê kiriye.
Her çend heta niha Îsraîl derbarê wan êrîşan de ti daxuyanî nedaye lê çapemeniya Sûrî qala vê yekê dike ku, di encama wan du êrîşan de zirarên gelek mezin yên madî çê bûne.
Weke tê zanîn beriya sê rojan Îsraîl dîsa bi berdewamî êrîşî ser derdorê Dîmeşqê kiribû û di encama wan êrîşan de du Fermandarên spaha Pasdaran hatibûn kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin