Balefirgehe Elmeze hate bordimankirin.
Li gor çapemeniya Sûrî, duhê careke din balefirên şer yên Îsraîlî balefirgeha Elmeze ya li Dîmeşqê bordiman kirine û di encama bordimana han de zirarên gelek mezin ber vê balefirxaneya han ketine.
Herwiha li derdorê balefirxaneyê jî balefirên Îsraîlê tirmbîleke leşkerî kirine armanc û di encam de ev tirimbîla han jî hatiye teqandin.
Piştî wan êrîşan, Îsraîl jî daxuyanî daye û ragihandiye ku, vê Îsraîl Îran û hizbulahê ji Sûriyeyê derbixe.
Weke tê zanîn di nava sê rojan de du rayedarên mezin yên spaha Pasdaran ya Îranê li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin