Giftûgo li ser vekêşîna hêzên Tirkî ji Sûriyeyê tê kirin

di civîna çar alî de jî nîqaş li ser vekêşîna hêzên Tirkî tê kirin.
کوردستان TV
100%

Şandeke Sûrî bo vê yekê çûye Rûsyeyê.

Li gor nûçeyeke ajansa SANA ya Sûrî, şandeke Sûrî bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve yê vê welatî Eymen Sosan çûye Rûsyeyê û li gel rayedarên Rûsyeyê civiyaye.

SANA diyar kiriye ku, di civînan de şanda Sûrî li gel rayedarên Rûsî behsa vekêşîna hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Sûriyeyê, çawetiya vekêşînê û dema vekêşînê kiriye.

Sosan di daxuyaniyekê de ji SANAyê re gotiye ku, piştî çend rojên din civîneke çar alî jî di navbera Sûriye, Tirkiye, Rûsye û Îranê de tê lidarxistin û di civînê de jî nîqaş li ser vekêşîna hêzên Tirkî yên li Sûriyeyê tê kirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.